SAZÎ Û DESTEYÊN HERÊMÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Sazî û dezgehên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cuda êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.

Her wiha banga mezinkirina asta berxwedaniyê kirin.

Sazî û dezgehên herêmê bi daxuyaniyên cuda êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.

Nivîsgeha parastina zarokan ya kantona Firatê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kir.

Nivîsgehê di daxuyaniya xwe de got, armanca dewleta Tirk têkbirina aramiya herêmê û çavkaniyên jiyanê yên gel e.

Her wiha tekezî li ser mezinkirina asta têkoşîn û berxwedaniyê hate kirin.

Însiyatîva gel ya kantona Minbicê daxuyaniyek li pêşiya baregeha hêzên rûsî ya li kantona da.

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên Rûsî hate şermezarkirin û banga destwerdana lezgîn hate kirin.

Her wiha Însiyatîva gel nameyek radestî hêzên Rûsyayê kir.

Nivîsgeha parastina zarokan ya kantona Minbicê li heman cihî bi rakirina wêneyên zarokên ku di êrîşên Tirkiyê de şehîd bûne, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, bêdengiya hêzên navdewletî dibe sedema kuştina zarokên bêguneh.

Meclisa jin a partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê bi daxuyaniyekê êrîşên li dijî binesaziya herêmê şermezar kir û banga mezinkirina asta berxwedaniyê kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, dewleta Tirk li dijî gelê herêmê tawanên şer pêk tîne.

Her wiha bang li gel hate kirin ku li hember êrîşan asta berxwedaniyê mezin bikin.Li aliyekî din nivîsgeha parastina zarokan û Kongreya Îslama Demokratîk bi daxuyaniyên cuda êrîşên hovane yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Di daxuyaniyan de hate gotin ku, çiqas êrîş dijwar bibin, dê gel her dem rêya berxwedaniyê hilbijêre.

Share This Article