ŞAREDARIYA KAMPA SERDEMÊ YA ŞEHBAYÊ RÊYÊN KAMPÊ ÇAKSAZ DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Şaredariya kampa serdemê ya kantona Efrîn û Şehbayê dest bi çaksazkirina rêyan kiriye.

Hevserokê şaredariya kampa serdemê Qazixlî Mihemed diyar ku beriya hatina werzê zivistanê şaredariyê dest bi gelek projeyan kiriye.Tevî dorpêça hikumeta şamê û êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê dîsa Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna pêdiviyên xelkên herêmê her tim di nava tevgerê de ye.

Di vê çarçoveyê de şaredariya Kampa Serdem ya kantona Efrîn û Şehbayê dest bi çaksazkirina rêyên kampê kiriye.

Hevserokê şaredariya kampa serdemê Qazixlî Mihemed diyar ku beriya hatina werzê zivistanê şaredariyê dest bi gelek projan kiriye.

Her wiha Qazixlî Mihemed da zanîn ku, ew di xebatên xwe de rastî hin pirsgirêk tên, lê bi alîkariya koçberan ew pirsgirêk têne çareserkirin.

Kampa Serdem piştî dagirkirina Efrînê di adara sala 2018’an de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate avakirin. Niha di kampê de bi sedan malbatên Efrînî dijîn û Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe yên sînordar alîkariyê pêşkêşî wan dike.

Share This Article