ŞAREDARIYA GEL A KOBANÊ KAMPANYAYEK PAQIJKIRINÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Bi slogana “Paqijî nîşana şaristaniyê ye” Şaredariya Gel a Kobanê, bi hevrêziya Desteya Jîngehê, kampanyayek paqijkirinê li dar xist.

Şaredariya Gel a Kobanê, bi hevrêziya Desteya Jîngehê ya bajêr, îro sibê berê xwe da kolanan û kampanyayek paqijkirinê dest pê kir.

Rêvebir û endamên Şaredariya Kobanê, Desteya Jîngehê, û endamên Kongra Star li Kobanê beşdarî kampanyaya paqijkirinê bûn.

Kampanyaya paqijkirinê kolanên sereke û cihên kombûnê yên bajêr, di nav de Rêya Helebê, Taxa Şehîd Barîn, û kolanên din ên sereke, girt nav xwe.

Wesayîtên Şaredariya Gel a Kobanê kolan û kanalîzasyonên baranê paqij kirin, û Desteya Jîngehê broşor belav kirin da ku hişyariya niştecihan li ser parastina jîngeha xwe zêde bike.

Share This Article