ŞAREDARIYA AMÛDÊ JI BO RÊXISTINKIRINA ELEKTRÎKÊ DIXEBITE

Rojava Tv
1 Min Read

Ev çend roj in şaredariya bajarê Amûdê ji bo rêxistinkirina jeneratoran û demjimêrên dana elektrîkê, demjimêrên elektronîk datîne.

Derbarê mijarê de welatiyên bajarê Amûdê ji Rojava TV re gotin, divê çavdêriyeke xurt li ser vê sîstemê û xwediyên jeneratoran were kirin.

Bi armanca rêxistinkirina jeneratoran û demjimêrên dana elektrîkê, Şaredariya bajarê Amûdê bi hemahengiya komîn û xwediyên jeneratoran dest bi danîna demjimêrên elektronîk di nava bajêr de kiriye.

Ji ber bombebaranên dewleta Tirk ên li dijî binesaziya herêmê, sektora elektrîkê jî weke gelek sektorên din zirar û ziyaneke mezin dît.

Lewre ji bo rêlibergirtina xerckirina zêde ya elektrîkê, demjimêrên elektronîk têne danîn.

Derbarê mijarê de welatiyên Amûdê ji Rojava TV re nêrînên xwe parve kirin û daxwazên xwe vegotin. Berpirsê beşê jeneratoran yê Şaredariya Amûdê Basil Dawê aşkere kir ku
Ji bo rêxistinkirina elektrîkê pêwîstî bi vê gavê hate dîtin.

Li gorî agahiyan dê sîstema danîna demjimêrên elektronî heta meh û nîvekê dewam bike.

Share This Article