ŞANOYA PÎNE BI RÊZA 3’YAN LI BAJARÊ QAMIŞLO HAT PÊŞANDAN

Rojava Tv
1 Min Read

Koma Şano ya Henar a girêdayî Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê bi şanoya Pîne bi rêza 3’yan li Qamişlo hate pêşandan.

Şanoya Pîne bi rêza 3’yan ku derhêneriya wê Gulê Welat, senaryo û pêşkêşiya wê jî Şevzan Mehmûd dike, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, bi tevlîbûna gelek kesan hate pêşandan.

Şanoya lîstika pîne behsa pirsgirêkên ku di hemû qadên jiyanê de, têne jiyankirin dike.

Li gorî agahiyên desteya çandê amadekariyên rêza 4’an a Şanoya Pîne ku ew jî ji 12 xelekan pêk tê, tê kirin.

Share This Article