Îro salek di ser şehadeta fermandar şervan heleb re derbas dibe.
Fermandar Şervan Heleb bi têkoşîn û xebatên xwe yên di nava gel fe ji nifşên pêşerojê re mîraseke şoreşgerî ya zêdetirî 30 salan hişt.
fermandar Şervan Heleb (Hesen Bekir) li gundê Mosako yê navçeya Raco ya bajarê Efrînê sala 1971`an ji dayik bûye.
Ji ber ku bi doza gelê xwe ve girêdayî ye, gelek pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan diwîne ku bi awayekî mezin bandor lê kir.
Tevlêbûna fermandar Şervan Heleb, rê li pêşiya gelek kesên nêzî wî û malbatê vedike da ku tev li têkoşîna azadiyê bibin.
Îro salek di ser şehadeta fermandar şervan heleb re derbas dibe.
Yek ji şagirtên fermandar Şervan Heleb Reşîd Cudî soza şopandina xeta ku şehîd şervan ji wan re xêz kiribû da.
Her wiha ji xizmên şehîd Şervan Heleb Leyla Murad jî anîn ziman ku, şehîd şervan xwedî kesayeteke bi bandor bû û di dirêjahiya têkoşîna xwe de êşên gel esas digirt.
10`ê Çileya 2024’an şehîd Şervan Heleb di encama nexweşiyê de şehîd bû.
şehîd Şervan Heleb Bi merasîmeke girseyî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku roleke mezin di avakirina Parka 4`ê Nîsanê û parka zarokên şehîdên Berxwedana Serdemê de lîstiye, hate oxirkirin.
