Yek ji Rêveberên bajarê Kobanê Rûken Ehmed derbarê entegrasyona Demokratîk û rêveçûna wê de ji Rojava Tv re axivî û nirxandin kir.
Rûken Ehmed diyar kir ku bi Yekbûna gelan, hemû cûreyên şer tên rawestandin û aramî li herêmê serwer dibe.
Her wiha bang li Hikumeta Demkî kir ku li gorî peymana 29’ê Çileyê tevbigerin û entegrasyona Demokratîk pêk bînin.
Entegrasyona Demokratîk ku yek ji encamên peymana 29’ê Çileyê ya di navbera QSD’ê û Hikumeta Demkî de hatiye destpêkirin, bi awayekî sist bi rê ve diçe.
Ji bo naskirina rewşa dawî ya entegrasyona Demokratîk û rêveçûna wê, Yek ji rêveberên bajarê Kobanê Rûken Ehmed ji Rojava Tv re nirxandin kir.
Rûken Ehmed diyar kir ku Şerê ku hat destpêkirin, binesaziya herêmê hilweşand. Entegrasyona Demokratîk jî ji bo vê yekê, Yekane çareserî ye.
Rûken Ehmed anî ziman ku bi Yekbûna gelan, hemû cûreyên şer tên rawestandin û aramî li herêmê serwer dibe.
Her wiha Rûken Ehmed di dawiyê de bang li Hikumeta Demkî kir ku li gorî peymana 29’ê Çileyê tevbigerin û entegrasyona Demokratîk pêk bînin.
Ji Rêveberên bajarê Kobanê Rûken Ehmed di dawiyê de tekez kir ku eger entegrasyona Demokratîk têk biçe, dê bandorek mezin li civak û gelê Sûriyê bike.
