16’ê Cotmeha 2011`an li bajarê Helebê rojnameya Ronahî dest bi weşanê kir û bi aloziya Sûriyê re bû dengê rastiya herêmê..
di wê çaxê de rojmaneya Ronahî yekemîn saziya ragihandê bû ku êş û azarên gelê herêmê ji raye giştî re radighand..
îro 13 sal di ser avakirina rojnemyê re derbas dibin, bi ve yekê 13 sal in ku rojnameya Ronahî mîrasa çapemeniya çapkirî li herêmê diparêz e.
Îro 16’ê Cotmehê salvegera 13`an a damezrandina rojnameya Ronahî ye, Rojnameya Ronahî piştî aloziya li Sûriyê di sala 2011`an de li bajarê Helebê dest bi weşanê kir û heta niha bi zimanên erebî û kurdî li kêleka kovara Mizgîna zarokan , weşana xwe didomîne.
Rojnameya Ronahî Heftane li helebê weşan dikir, Hejmara wê ya yekemîn jî ji 12 rûpelan pêk dihat.
Piştî salekê ji bo zarokan kovara Mizgîn derxist. Ev cara yekê bû ku ji bo zarokan rojnameyek dihat derxistin.
Rojnamevan Mihemed Xelîl salvegera 13’an ya rojnameyê li tevahî saziyên ragihandinê pîroz kir û got:” rojnameya Ronahî yekem saziya ragihandê bû ku bû dengê rastiyê.
ji aliyê xwe ve rojnamevan Hisên Osman diyar kir ku salvegera rojnameya Ronahî di warê ragihandinê de salvegereke tijî serkeftin e.
30`yê Gulana 2018`an, rojname derbasî weşana rojane bû. Lê ji ber derfetên çapkirinê û belavkirinê yên kêm, rojname du rojan carekê hate çapkirin. Dûre beşên kurdî û erebî hatin cudakirin.
Kovara Mizgîn jî ku mehane derdiket, êdî 15 rojan carekê tê derxistin.
