Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çandinî û sewaldariya xwe navdar e, lê beriya çend rojan gotegotên ku behsa belavbûna nexweşiyeke kujer ya di nava sewalên herêmê de dikin, belav bûn.
karmend û xwediyê xanan ev gotegot derewandin û diyar kirin ku tu rastiya vê bûyerê tuneye û sewalên wan di rewşeke pir baş de ne.
Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çandinî û sewaldarîya xwe navdar e, lê beriya çend rojan gotegotên ku behsa belavbûna nexweşiyeke kujer ya di nava sewalên herêmê de dikin, belav bûn.
Bi armanca naskirina rastiya vê bûyerê kamîreya Rojava Tv berê xwe da Taxa Cimeayê ya rojhilatê Bajarê Qamişlo ku nêzî 400 xanên Pez û çêlekan lê heye.
karmend û xwediyê xanan ev gotegot derewandin û diyar kirin ku tu rastiya vê bûyerê tuneye û sewalên wan di rewşeke pir baş de ne.
Her wiha yek ji xwediyên xaneke çêlekan jî tekez kir ku beriya demekê ji ber germa zêde nexweşiyeke sivik derketibû, lê ew nexweşî jî normal bû û bi silamet derbas bû.
Beriya çend Rojan hin aliyên ragihaninê îdia dikirin ku nexweşiyeke kujer di nava sewalên herêmê de belav bûye, lê li gorî ku Rojava Tv li karmend û xwediyên sewalan guhdar kir tu rastiya van gotegotan tune ye.
