RÊYA DI NAVBERA BAJARÊ QAMIŞLO Û DÊRIKÊ DE TÊ SERERASTKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Deteya Rêveberiya Xwecihî a kantona Cizîrê tevî êrîşên li ser herêmê jî rêya di navbera bajarê Qamişlo û Dêrikê de sererast dike.
Li gorî berpirsên projeyê, Dirêjahiya pirojeyê 100 km ye û lêçûn wê jî 24 milyon dolar e.Tevî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêma bakur û rojhilatê sûriy û rewşa awete ku herêm têre derbas dibe, Sazî û desteyên rêveberiya xweser ji bo misogerkirina ewlehî û xweşiya li bajêr di nava tevgerê de ne.

Beşa Lêkolîn, Plan û Dîzaynê ya Desteya Rêveberiya Xwecihî a kantona Cizîrê Ji 6’ê Mijdara 2024an ve, bi alîlariya şêwirmendê teknîkî yê Rêveberiyê û Companya El-Şemal ya Avakirin û Pêşdebirinê dest bi ferehkirin û çaksazkirin rêya di navbera bajarê qamişlo û Dêrikê de kir.

Serokê dezgeha çavdêriya projeyê Endezyar Dawud Şêxmûs ji rojava tv re behsa pirisgirêk û sedemên derengmayîna projeyê kir.

Her wiha yek ji xebatkarên şîrketa El Şemal Ebdulselam Îbrahîm Elî behsa qonaxên sererastkirina rê kir û got, ew tevî hemû astengiyan jî xebatên xwe didomînin.

Li gorî berpirsên projeyê , Dirêjahiya pirojeyê 100 km ye û lêçûn wê jî 24 milyon dolare her wiha dema kar jî nêzî 900 rojî ye.

Share This Article