Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo têkildarî biryarên di rûniştina 114’an a nîqaşkirina erkên meclis û komînan de hatin grtin, axivî.
Sîham Qeryo diyar kir ku armanca wan ji biryarê, pêşxistina erkên komînan di nava civakê de ye.
Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê doh di rûniştina xwe ya 114’an de erkên meclisên xwecihî û komînan nîqaş kirin.
Rûniştin bi erêkirina li ser derxistina giştînameyekê bi dawî bû, ew jî Avakirina komînan li gorî Hevpeymana Civakî û qanûna erkan bû.
Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo ji Rojava Tv re diyar kir ku armanca wan ji biryarê, pêşxistina erkên komînan di nava civakê de ye.
Sîham Qeryo di beşekî din a nirxandinên xwe de anî ziman ku, dê meclîsên rehendên netewa demokratîk jî ku hemû pêkhateyên herêmê cihê xwe di nav de bigirin, ava bike.
Li gorî biryarên ku di rûniştina 114’an a Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine girtin, Roja şemiyê ji her hefteyê ji komînan re hat veqetandin, û dê endamên komînê, karkerên Rêveberiya Xweser amade bibin.
