Meclisa Cîbicîkar a kantona Firatê derbarî êrîş û binpêkirinên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek da.
Meclisa Cîbicîkar di daxuyaniya xwe de got: Êrişên dijminane yên ku ji hêla komên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve bi her cureyên çekan li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatinekirin, şermezar dikin.
Meclisê da zanîn ku divê Hikûmeta Veguhêz erkên xwe bicih bîne da ku proseya danûstandinan di çarçoveya peymana 10’ê Adarê de ber bi gavên pratîkî ve bibe, li şûna paşxistin û kişandina herêmê ber bi şer û krîzan ve kud êaloziya Sûriyeyê kûrtir bike.
Meclisa Cîbicîkar a kantona Firatê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku mafê gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heye ku di çarçoveya parastina rewa de li dijî van êriş û destdirêjiyên bê berpirsiyar li berxwebidin. Em bi hemû hebûna xwe bi wan re ne, û em bang li hemû kesên birûmet, welatparêz û tevahiya gelê xwe dikin ku piştgiriya vê berxwedanê bikin û helwestekê nîşanî van êrişanbidin.
Têkildarî heman mijarê, Meclisa Cîbicîkar a kantona Reqayê jî, bi daxuyaniyekê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, şermezar kirin.
Meclisa Cîbicîkar a kantona Reqayê di daxuyaniya xwe de got ku komên qaşo girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyê bi çekên giran diron tank û topan bi rengikî rasterast êrîşî xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin.
Meclisa Cîbicîkar anî ziman ku, Hikumeta Veguhêz a Sûriyê bi êrîşên xwe yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hedef girtina sivîlan tevahî pîvanên mafê mirovan û peymanên heyî bi taybet a 10’ê adarê binpê dike.
Meclisa Cîbicîkar a kantona Reqayê di dawiya daxuyaniya xwe de tekezî li ser piştgiriya welatiyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Hêzên Ewlekariya hundirîn kir.
