Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ji bo şikandina îradeya gel û desteserkirina biryara wî ya demokratîk e.
Di daxuyaniyê de hate gotin, li gel geşedanên ku li herêmê rû didin, dewleta Tirk û çeteyên wê hewl didin ewlehiya herêmên me têk bibin.
Rêveberiya Xweser diyar kir ku, armanca êrişên li ser Minbicê û herêmên me yên din, şikandina îradeya gelê me ye û desteserkirina biryara wî ya demokratîk e.
Her wiha ji bo têkbirina hewldanên me yên avakirina aramiyê ye. Ev êriş di heman demê de wek tolhildaneke diyar ji têkoşîna me ye ku di dirêjahiya 10 salan de me li dijî teror û çeteyan kiribû.
Em teqez dikin ku em tevahî erkên xwe li hemberî gelê xwe yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bînin. Em ê li hemberî tevahî projeyên bi armanca têkbirina îradeya me, bisekinin.
