Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê ji bo hevseroka berê ya Encumena Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa konê sersaxiyê veda.
Bi dehan Şêniyên bajêr, endamên Partiyên siyasî, endamên Rêveberiya Xweser û rûspiyên herêmê serdana kon kirin.
Di merasîmê de, axaftin ji aliyê Partiya Sûriya Pêşerojê û PYD`ê ve hatin kirin.
Beşdarên merasîmê hewldanên Leyla Mistefa yên ji bo avakirina Reqayê û tunekirina zihniyeta DAIŞ`ê silav kirin.
Endezyar Leyla Mistefa yekemîn hevseroka Encumena sivîl a Reqayê ji 2017`an heta 2022`yan bû.
Sala 2021`an jî Leyla Mistefa xelata Şaredara Cîhanê ya Navneteweyî wergirt.
Leyla Mistefa roja 25’ê vê mehê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.
