RÊVEBERÊN KANTONA ŞEHBAYÊ GIRINGIYA HEVPEYMANA CIVAKÎ DINIRXÎNIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberên Kantona Şehbayê derbarê erêkirina hevpeymana civakî ya nû de ji Rojava Tv re diyar kirin ku, hevpeymana civakî ya nû ji bo birêxistinkirina sîstema li herêmê girîng e.

Her wiha anîn ziman ku, hevpeymana nû hevgirtina pêkhateyan xurt dike

Meclîsa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser di civîna ya xwe ya 91’an de hevpeymana civakî ya ku girîngiyê dide azadiya jin, aboriya komînal û civaka ekolojîk erê kir.

Derbarê de Rêveberên Kantona Şehbayê ji Rojava Tv re diyar kirin ku, hevpeymana civakî ya nû ji bo birêxistinkirina sîstema li herêmê girîng e.

Her wiha Rêveberan anîn ziman ku hevpeymana nû dê hevgirtina di navbera pêkhateyan de xurt bike.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku weke mûzaîka bihevre jiyanê tê naskirin, bi dehan pêkhate û baweriyên cuda, di bin sîbera projeya Neteweya Demokratîk de bi hevre dijîn.

Herçendî pergala netew- dewlet xwestiye wê yekê têk bibe, lê her li ser koka xwe şîn bûye.

Share This Article