RÊVEBER Û WELATIYÊN KANTONA REQAYÊ BERTEK NÎŞANÎ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ DAN

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveber û welatî kantona Reqayê derbarê êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker û zirarên di encama êrîşan de rû dane de gotin, ji ber êrîşan bandorek mezin li aboriya herêmê bûye.

Rêveber û welatiyan destnîşan kirin ku, divê dewleta tirk were darizandin.

Di navbera 23’ê û 26’ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û yên bê mirov her wiha bi zêdetirî hezar û 24 topên hawinan êrîşî jêderên jiyanê yên li herêma Bakur û Rohilatê Sûriyê kir.

Di êrîşan de şehîd û birîndar çêbûn û bandorke mezin li aboriya herêmê bû.

Rêveber û welatî kantona Reqayê derbarê êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker û zirarên di encama êrîşan de rû dane de gotin, divê dawî li êrîşên dagirkeriya tirk were.

Li aliyekî din Rêveberê Desteya Aborî ya Kantona Reqayê Ibrahîm El Ehmed diyar kir ku, êrîşên dagirkeriyê zirarek mezin li aboriya herêmê bi giştî kiriye.

Di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker de, stasyonên petrolê yên ku rojane zêdetirî 50 hezar bermîl petrol berhem dianîn, her wiha piraniya stasyonên kehrebeyê yên kantona Cizîr û Firatê bi temamî ji xizmetê derketin.

Share This Article