Pêkhateyên Xiristiyan yên Bajarê Qamişlo tecrîda li dijî Rêber Abdullah Öcalan şermezarkirin û piştgiriya xwe ji pêngava azadiya rêber APO re ragihandin.
pêkhateyan destnîşankirin ku fikrê rêber APO, misogeriya çaraseriya tevahî pirsgirêka ne.
10’ê Cotmeha 2023`yan e dostên Kurdan li Fransayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Öcalan li 74 navendan pêngaveke navneteweyîbi druşma “Ji Rêber Abdullah Öcalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî′′ ragihandin.
di nava mehekê de Pêngav li 6 parzemînan,31 welatî û 105 navendan belav bû.
Di ve çarçoveyê de pêkhateyên Xiristiyan ên bajarê Qamişlo piştgiriya xwe ji pêngavê re ragihandin û tecrîda li dijî rêber APO şermezarkirin.
Pêkhateyên Xiristiyan bang li rêxstinên mirovî û Aliyên Navneteweyî kirin ku helwesteke cidî li hember ne Exlaqiya ku li dijî rêber APO tê kirin nîşan bide.
tevlîbûn û piştgiriya bi pêngavê roj bi roj berfirehtir dibe û gelek kesayetên navdar jî piştgiriya xwe ji pêngavê re ragihandin û di ve çarçoveyê de li seranserî cîhanê çalakiyên girseyî tên lidarxistin.
