Partiya Sûriya Pêşerojê îro li bajarê Qamişlo kongreya xwe ya 3’emîn li ser asta kantona Cizîrê li dar xist.
Kongre di bin diruşmeya ” Partiya me pêşeroja me ye, Rêveberiya me misogeriya me ye, Hêzên me serkeftina me ye , Sûriye me dike yek ” li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê hat lidarxistin.
Bi dehan endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, komîteyên Kantona Cizîrê, Partiyên Siyasî û endamên Rêveberiya Xweser beşdarî kongreyê bûn.
Di kongreyê de rewşa siyasî hate nirxandin, rapora salê û perspektîvên Rêber Apo hatin xwendin.
Beşdarên kongreyê diyar kirin ku lidarxistina kongreyê di demeke weha de, bersiveke xurt dide dijmin û dagirkeran .
