PARÊZERÊN HELEBÊ BANGA PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Însiyatîva parêzerên Sûriyê ya parastina Rêber APO ya Helebê bi daxuyaniyekê got, hevdîtin tenê têrê nake, lê divê Rêber APO bi awayekî fîzîkî were azadkirin.
Însiyatîvê ragihand ku, pergala qirkirin û êşkenceyê ya li dijî Rêber APO li dijî tevahî zagonên parastina mafên mirovan e.
Her wiha diyar kir ku, armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê Kurd û têkbirina destkeftiyên wan e.
Di beşekî din de da zanîn ku, heta Rêber APO azad nebe, ti carî aştî û aramî pêk nayê.
Di dawiyê de Însiyatîva parêzerên Sûriyê ya parastina Rêber APO ya Helebê banga lezgîn a pêkanîna azadiya Rêber APO kir.

Share This Article