KONGRA STAR Û CIWANÊN PYD’Ê HEVKARIYA PDK’Ê YA BI TIRKIYÊ RE ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Kongra Star ya bajarê Qamişlo û jinên ciwan ên PYD’ê yên kantona Minbicê hevkariya PDK’ê ya ligel dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin, heta dawiyê ew ê piştevaniya berxwedana gerîlayan bikin.

Li hember hevkariya PDK’ê û mala Barzanî ya ligel dewleta Tirk a dagirker, gelek daxuyaniyên nerazîbûnê ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdikevin.

Têkildarî mijarê Kongra Star ya bajarê Qamişlo daxuyaniyek da û xiyaneta PDK’ê şermezar kir û got, piştî ku dewleta Tirk di hilbijartinên şaredariyan de bi bin ket, serî li rêbazên qirkirinê yên nû dan.

Her wiha jinên ciwan ên PYD’ê yên kantona Minbicê jî daxuyaniyek dan û hevkariya PDK’ê ya ligel dagirkeriyê şermezar kirin.

jinên ciwan gotin ku, dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelê Kurd qir bike û destkeftiyên şoreşê ji holê rake.

Di beşekî din de hate diyarkirin ku, gerîlayên azadiyê li hember xiyanet û dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî dimeşînin.

Di dawiyê de jinên ciwan ên PYD’ê yên kantona Minbicê piştevaniya berxwedana gerîlayan kirin û tekezî li ser mezinkirina asta têkoşînê kirin.

Share This Article