P.Y.D.K.S’Ê LI HESEKÊ PÊŞDEÇÛNÊN DIYALOGA KURDÎ BI PANELEKÊ NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurd li Sûriye P.Y.D.K.S’ê pêşdeçûnên diyaloga Kurdî, çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyê û hin mijarên din bi rêya panelekê nîqaş kir.

Panel bi sernavê “Rêkeftina Kurdî û rêveçûnên diyaloga bi Şamê û pêkhateyên Sûriyê re” li Parka Xwendinê ya taxa Til Hecer a Hesekê hat organîzekirin.

siyasemedar, rewşenbîr, endamên partiyên siyasî yên cuda beşdarî panelê bûn.

Di panelê de pêşdeçûnên diyaloga Kurdî-Sûrî, yekrêziya Kuran û astengiyên li pêşberî danûstandinên bi Şamê re, helwestên herêmî û navneteweyî, her wiha asoyên çareseriya siyasî hin mijarên din hatin nirxandin.

Yekrêziya Kurdî ne tenê di vê wextê de girîng e, lê ji bo misogerkirina mafên Kurdan di destûra Sûriyê de jî girîng e.”

Beşdaran nêrîn û nîqaşên xwe li ser mijarê kirin û diyar kir ku yekrêziya Kurdî rêbaza çareserkirina pirsgirêka Kurd e.

Share This Article