OFÎSA RÊXISTINÎ YA TEV-DEM’Ê DERBARÊ 15’Ê SIBATÊ DE SEMÎNEREK LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Ofîsa Rêxistinî ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM îro derbarê komploya navnetewî ya 15’ê sibatê de semînerek li bajarê qamişlo li darxist.

Semîner bi beşdariya bi dehan endamên tevgera civaka demokratîk li odeya yekîtiya pêşeyî ya bajarê qamişlo hat li darxistin.

Di civînê de kuretjiyana rêber apo hat xwendin.

Paşê Hevserokê ofîsa rêxistinî ya TEV-DEM Hisên Welo derbarê komploya 15 sibatê ya li dijî rêber APO nirxandin kir.

Di nirxandinan de balkişand ser dewletên ku destwerdana komployê kirin û hat gotin ku, yên destê xwe kirin komploya 15 sibatê li dijî demokrasî, azadî û wekheviyê ne.

Her wiha Hisên Welo anî ziman ku peradîgma rêber apo pêşkêş kirî çareseriya hemû pirsgirêkan e.

Di dawiyê de beşdaran nîqaş li ser armanca hûnandina komployê kirin û nêrînên xwe anîn ziman.

Share This Article