Roja 24ê îlonê, polîsên dewleta Tirk a dagirker bi ser navendên Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê, Payîz Pirtûk û Koperatîfa Ziman, Çand û Perwerdeyê ya ANKAyê da girtin.
Di çarçoveya planên qirkirinê de, nêzîka 30 kesên sivîl ku endamên wan dezgehên pêşxistina ziman û çanda Kurdî bûn, hatin girtin.
Mamosteyên Kobanê polîtîkayên Tirkiyê şermezar kirin û gotin, armanca dewleta Tirk jiholêrakirina zimanê Kurdî ye.
Her wiha Mamosteyên Kobanê bang li gelê Kurd kirin ku her demê xwedî li ziman û çanda xwe derkevin.
Ji dema damezirandina komara Tirkiyê ve û ta niha, dewleta Tirk a qirker bi plan û peymanên cuda dixwaze ziman û çanda gelê Kurd ji holê rake.
