Di bin dirûşmeya “Biratiya Gelan û Rola Wê di Hilbijartina Şêweya Guncaw a Rêveberiya Siyasî di Rêveberiya Sûriyeyê de” Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) civînek li bajarê Çilaxa li dar xist.
Di civînê de kesayetên siyasî û civakî, serokên eşîran, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jin û ciwanan û welatiyên Çilaxa beşdar bûn.
Di civînê de, Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk Mehmûd El-Muslit û serokê Nivîsgeha Têkiliyên a MSD’ê Hisên Ezam guhertinên ku di rewşa siyasî ya Sûriyeyê de diqewimin, bi taybetî şêweyê hikûmetê û rêveberiya welat, ji welatiyan re şîrove kirin.
Civîn bi tekeziya li ser rola biratiya gelan weke çarçoveyeke berfireh ji bo cihêrengiya netewî bi dawî bû.
