Encumena Sûriya Demokratîk MSD îro ji bo nîqaşkirina têkiliyên welatên Ereb bi hikumeta Şamê re, panelk li bajarê qamişlo lidarxist.
Panel li hola zana bi beşdariya Partiyên Siyasî, Kesayetên serbixwe, sazî û rêxistinên civaka sivîl hat lidarxistin.
Di panelê de Hevseroka Encumena Sûriya Demokratîk MSD Emîne Omar behsa başkirina têkiliyên Erebî bi hikumeta şamê re, encamên neyênî û erênî ya têkiliyan li ser gelê Sûriyê, vegera şamê li komkara Erebî û peydakirina çareseriyên demokratîk ji bo aloziya sûriyê kir.
Emîne Omar anî ziman ku Ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê ew amadene bi hikûmeta Şamê , aliyên opozisyonê û heta bi Dewleta Tirk re diyalogê li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî dayinin. Her wiha got divê têkiliyên welatiyên ereb bi Şamê re ji bo berjewendiya gelê Sûriyê be û hemû erdnîgariya Sûriyê di nav xwe de bihewîne.
li ser xalên ku hatin nirxandin nîqaş ji aliyê beşdaran ve hat kirin.
