MÎHRÎCANA ZAROKAN A HESEKÊ BI XELATKIRINA KOMÊN BEŞDAR BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
3 Min Read

Bi boneya roja Aştiyê ya Cîhanî li Hesekê, Rimêlan û Kobanê Mîhrîcanên Hunera Zarokan bi druşma “Zarok hêviya jiyanê ne û jiyan bi zarokan xweş dibe” dest pê kirin.
Armanc ji mihrîcanê ku hemû pêkhateyên herêmê li gel hev bicivînin.

Mîhrîcana 8’emîn a Zarokan bi dirûşma “Zarok hêviya jiyanê ne û jiyan bi zarokan xweş dibe” bi beşdariya 20 koman li hola Serdem a Hesekê, bi rasthatina Roja Zarokatiyê ya Cîhanê 1’ê Îlonê dest pê kir.
Koma Çûkên Pêşerojê, Kulîlkên Serêkaniyê, Koral, Şehîd Çirav û Şehîd Jiyan Peyman, berhemên xwe têkildarî şoreşa Rojava, berxwedan û çanda herêmê pêşandan.

Her wiha koma Şehîd Mizgîn, Şehîd Ekrem û Şehîd Şiyar jî berhemên xwe yên govend û şanoyê pêşandan.

Piştre xelat li tevahî komên beşdar hatin belavkirin.

Li Rimêlan jî bi sedan şênî û malbatên zarokan û komên hunerî yên Kurd, Ereb û Suryan ên tevahî bajar û navçeyên kantona Qamişlo beşdar bûn.

Axaftin Ji aliyê komên ku beşdarî mîhrîcanê bûne hate kirin û hate gotin, Îsal mîhrîcan balkêş bû ku ji tevahî bajar û navçeyên kantona Qamişlo, kom amade bûn.

Ev xwişk û biratiya gelan a li herêmê nîşan dide ku divê em ji bo parastina civaka xwe bibin yek û vê yekitiyê dewam bikin.

Li bajarê Kobanê jî ji aliyê Kevana Zêrîn û Tev-Çand’ê ve mihrîcana zarokan hate lidarxistin.

Beriya destpêkirina mihrîcanê li ser navê Kevana Zêrîn li qada Jina Azad zarokan daxuyaniyek dan raya gîştî û bi meşekê berê xwe dan navenda çand û hunera Baqî Xido.

Mihrîcan bi beşdarbûna bi sedan zarokên Kobanê, malbatên wan û endamên saziyên jin û saziyên Rêveberiya Xweser bi rêve çû.

Di Mihrîcan de sinfizyon hat pêşkêşkirin û zarokên ku beriya demekê ji bo Mihrîcanê hatibûn perwerdekirin berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

Mihrîcan bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û axaftin ji aliyê Endama Koordînasyona Kongra Star a herema Firatê Arîn Kobanê ve hate kirin.

Arîn Kobanê got: “Ji bo zarokên me bibin xwedî jiyaneke azad gerek em welatekî bi ewle û azad ji bo wan ava bikin”.

Rêveberiya kevana Zêrîn Fatma Xelîl got ku ji ber zarokên wan rojane rastî gefan tên wan ev mihrîcan lidarxist.

Ev mihrîcan bi armanca dilxweşkirina zarokan hate lidarxistin.

Tevî şer, dorpêç û hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê, lê zarokên siberojê bi tevlêbûna xwe bersiv dan wan hewldanan.

Share This Article