Meclisa Olî ya jinan ya Kongreya Islama Demolratîk de ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derbarê dorpêça li ser herdû taxan de, daxuyaniyek da.
Meclisê di destpêka daxuyaniyê de dorpêça li ser taxên ŞêxMeqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd bi tundî şermezar kir.
Meclisê tekez kir ku kiryarên heyî yên li dijî niştecihên van taxan bi tevahî li dijî hînkirinên ola rastîn a îslamî ne, ku neheqî û êrîşkariyê qedexe dike.
Meclisê di dawiya daxuyaniyê de tekez kir ku divê tavil dorpêç li ser taxan bên rakirin û Pabendbûn bi parastina rûmeta mirovan û sepandina zimanê edaletê, bêyî polîtîkayên zilmê bê kirin.
