Bi boneya salvgera 32’an a şehadeta Şehîd Bêrîtan, Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê çalakiyeke bîranînê li dar xist.
Çalakiya bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pak ê şehîdan dest pê kir û piştre sînevîzyonek li ser jiyana şehîdên azadiyê û şehîd “Bêrîtan” hate pêşandan.
Di çalakiyê de; axaftin li ser jiyana Ş.Bêrîtan ji dema tevlîbûna nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê heta kêliya şehadeta wê, hate kirin.
Piştre li ser rola şehîdan di ronîkirina rêya azadiyê de û li ser bûyera şehîdxistina têkoşer Bêrîtan bi destê xiyanetê, nîqaş hatin kirin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên şehîd namirin, bi dawî bû.
MECLÎSA MALBATÊN ŞEHÎDAN A KANTONA EFRÎN- ŞEHBAYÊ ŞEHÎD BÊRÎTAN BI BÎR ANÎ
