Meclisa Kantona Reqayê derbarê salvegera 26’an a Komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û banga şkandina komployê kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 9’ê cotmeha sala 1998’an qonaxa yekem a komployê hate meşandin û armanca sereke ji komployê qirkirina gelan bû.
Her wiha da zanîn ku komploya navneteweyî bi girankirina pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê didome.
Di dawiyê de Meclisa Kantona Reqayê tekez kir ku ew ê têkoşîn û berxwedana xwe ya ji bo têkbirina komployê û azadkirina rêber apo bihêztir bikin.
MECLISA KANTONA REQAYÊ KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ BI DAXUYANIYEKÊ ŞERMEZAR KIR
