Meclîsa Jinan a kongra Îslama Demokratîk ya kantona Reqayê bi daxuyaniyekê binpêkirin û kiriyarên ku li swêdayê qewimîn şermezar kir.
Meclisê di daxuyaniya xwe de got ku şer û tecawizên ku di nava bajarê Siweyda de hatin kirin, binpêkirina mafên mirovî û qanûnî ne.
Meclîsa Jinan di daxuyaniya xwe de daxwaza bidawîkirina van binpêkirina kir û anî ziman ku divê tevahî çekdarên hikûmeta veguhêz ji bajar werin vekşandin da ku welatî bi silamet bimînin.
her wiha diyar kir ku çareseriya tevahî pirisgirêkan di rêya diyalog û danûstandinan e ne bi rêya şer û kuştinê ye.
Meclîsa Jinan a kongra Îslama Demokratîk ya kantona Reqayê bang li rêxistinên mirovî, civaka sivîl û netewên yekbûyî kir ku li hember van kiriyaran bêdeng nemînin û sivîlan ji şer rizgar bikin.
