Meclisa Gelan a Demokratîk ya Rêveberiya Xweser îro, ji bo nîqaşkirina zagona rêxistinkirina erkên sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, rûniştinek li dar xist.
Hevserokên meclisa gelan, Dîwana Hevpeymana Civakî, Hevserokatiya Meclisa dada civakî û meclisa cîbicîkar a Rêveberiya Xweser beşdarî rûniştinê bûn.
Di rûniştinê de zagona 108 ya rêxistinkirina erkên sazî û desteyên Rêveberiya Xweser ku ji 23 madeyan pêk tê, hat nîqaşkirin.
Biryar e nîqaşkirina zagonê heta sibe berdewam bike. Piştî nîqaşê dê zagon bikeve dengdanê û were erêkirin.
Di çarçoveya Hevpeymana Civakî ku dawiya sala derbasbûyî hatibû erêkirin de, Rêveberiya Xweser guhertinan pêk tîne.
MECLISA GELAN ZAGONA RÊXISTINKIRINA ERKÊN SAZIYAN NÎQAŞ DIKE
