MECLÎSA EŞÎR Û RÛSPIYÊN ŞÊXMEQSÛD, EŞREFIYÊ Û BENÎ ZÊD DU EŞÎR LI HEV ANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclîsa Eşîr û rûspiyên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd, Eşîreya El-begara û Benî Zêd li hev anîn.

Li hevanîn bi însiyatîfa Meclîsa Eşîr û rûspiyên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Benî Zeyîd, Hêzên ewlekariya hundirîn û Meclîsa Olî li taxa Şêxmeqsûdê pêk hat.

lihevhatin bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre axaftin hatin kirin.

Axêveran behsa aramiya di nava civakê de, biratiya gelan û hevjiyana bi ewle kirin.

piştre herdu aliyan silav dan hev û li ser peymaneke lihevhatinê îmze kirin.

Share This Article