Mamosteyên bajarê Hesekê ji ber negirtina mûçeyên xwe ya du mehan, xwepêşandanek li dar xistin û bang li reyaderên hikumetê kirin ku sedema vê yekê zelal bikin.
Bi dehan mamosteyan li pêşa avahiya Gerînendeya Perwerdeyê mîtîng kirin û pankertên weke “Derengmayîna mûçeyan jiyan me teng dike, em xwedî mafekî rewa ne” hilgirtin.
Di xwepêşandan de mamosteyan daxuyaniyek dan û bang li hikumeta demkî kirin ku wekheviyê destnîşan bikin û bi jiyana mamoste û debara wan nelîzin.
Mamosteyan aşkere kirin ku dê xwepêşandên bi vî rengî dewam bikin, heya ku çareserî jê vê mijarê re were dîtin.
