MALBATÊN ŞEHÎDAN LI QAMIŞLO ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ji bo piştgiriya berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek li goristana şehîdan a Qamişloyê da.

Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Li wan taxên ku bi dehhezaran mirovên sivîl hene, êrişên hovane yên bi çekên giran û tankan ji bilî hewldanên komkujî û qirkirinê tu wateyeke din nadin.

Meclisê dayika bi navê Fedwa Mihemed El Kurdî ya di van êrişên hovane yên çekdarên Hikûmeta veguhêz de de şehîd bûye bi bîr anî û ji birîndaran re jî şifaya xêrê xwest.

Di dawiya daxuyaniyê de Meclisa Malbatên Şehîdan bang li hemû gelê Sûriyê û hêzên neteweyî kir ku hewldanên xwe zêde bikin û bi hev re bigihîjin çareseriyeke dadperwer.


 

Share This Article