Bi dehan malbatên dîlgirtî, winda û şehîdan xwepêşandanek li bajarê Kobanê li dar xistin û daxwaza berdana zarokên xwe yên di zindanên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de girtî ne kirin.
Xwepêşandan li Qada Jina Azad pêk hat û bi dehan malbatên şehîd, girtî û windayan ji bajarê Kobaniyê beşdar bûn.
Malbetan pankartên bi dirûşmeyên wekî “Em şehîd û windayên xwe dixwazin” û “Azadkirina tavilê ya girtiyên xwe dixwazin” bilind kirin.
Çalakî bi deqeyek bêdeng ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir, piştre çend axaftin hatin kirin ku tê de bang li Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê kirin ku zarokên wan berde, çarenûsa windayan eşkere bike û cenazeyên kurên wan yên şehîd radest bikin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Em girtiyên xwe dixwazin! Em kurên xwe dixwazin!” bi dawî bû.
