LI QAMIŞLO GENIM JI COTKARAN TÊ WERGIRTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Navendên wergirtina genim ên kantona Cizîrê xebatên wergirtina genimê cotkaran berdewam dikin.

Navenda Cizîrê ya bajarê Qamişlo heta niha zêdetirî 5 hezar ton genim ji cotkaran wergirtiye.

Navendên wergirtina genim rojane ji saet 7’ê sibehê heta 6’ê Êvarî vekirî ne û xebatên xwe dewam dikin.

Rêveberê Aş û depoyan a bajarê Qamişlo Ferhad Zênal, Ji Rojava Tv re diyar kir ji bo hêsankirina wegertina genim ji cotkaran wan planên nû danîne.

Li aliyekî din Cotkarê bi navê Newaf Elî zirarên ku li cotkaran hatine kirin vegot û anî ziman ku Ew bi hêvîne alîkarî ji bo wan were pêşkêşkirin.

ji bo sivikirina barê cotkaran û hêsankirina wergirtina genim rêveberiya xweser 10 navendên wergirtina genim Li kantona Cizîrê amade kirine.

Share This Article