Komxebatek bi sernavê “Geşedan û bandorên wê li ser hebûna Kurdan û mafê wan ê rewa” îro li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Komxebat bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê, nûnerên Meclisa Sûriyeya Demokratîk û kesayetên serbixwe hate lidarxistin.
Di komxebatê de destpêkê guhertinên li Sûriyeyê, gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.
Her wiha pirsa heta niha çima lêvegereke kurdî nehatiye avakirin? bi dorfirehî hate nîqaşkirin.
Piştre beşdaran nêrînên xwe bi parve kirin û banga avakirina yekrêziya navmala Kurdî kirin.
