LI QAMIŞLO BI SEMÎNEREKÊ ŞEHÎD BÊRÎTAN HAT BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Ofîsa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM ji bo bibîranîna ş. bêrîtan di salvegera 32’an a şehadeta wê de semînerek li bajarê qamişlo li dar xist.
Di semînerê de tevahî yekîtiyên ku di bin sîwana TEV-DEM’ê de kar dikin beşdar bûn.
Semîner ji hêla Endama Meclîsa giştî a TEV-DEM Rûken Ehmed ve hat dayîn.
Di semînerê de behsa jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan hate kirin û hate diyarkirin ku bi saya têkoşîna şehîdên mîna şehîd Bêrîtan, jin îro azad in.
Her wiha soza şopandina têkoşîna şehîd Bêrîtan hate dayîn.
Piştî axaftinan sînefizyonek li ser jiyana şehîd Bêrîtan hat pêşandan.

Share This Article