LI PAYTEXTA LUBNAN BEYRUTÊ ROJBÛNA RÊBER APO HAT PÎROZKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Kongra Star û Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi şahiyekê li paytexta lubnan Beyrutê pîroz kirin.
Şahî bi beşdariya bi dehan Endamên Kongira Star, Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, rêxistinên kurdî, jin û çalakvanan hat lidarxistin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê pakrawanan dest pê kir, piştre axaftin hatin kirin.
Axêveran diyar kirin ku rojbûna rêber Apo ne tenê bîranîna rojbûna kesekî ye, lê belê rojbûna fikra azad û berxwedana gelê bindest e.
Paşê nameya Rêber Apo a ji bo ciwanan ji beşdaran re hat xwendin.
şahî bi stran, gerandina govendê û dirûşmên “bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Share This Article