Şahî li navenda Çand û Hunerê ya li bajêr bi beşdariya nûnerên ji saziyên sivîl, saziyên jin û pêkhateyên li Minbicê hate lidarxistin.
Di şahiyê de gelek axaftin hatin kirin, di axaftinan de destnîşan bi girîngiya zimanê kurdî hate kirin her wiha tekezî li ser parastina ziman hate kirin.
Piştî axaftinan komên zarokan ên helbest û guvendan berhemên xwe pêşkêş kirin.
derbarê mijarê Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî li Minbicê Ilham Ataş 15 gulanê roja zimanê kurdî li tevahî kurdan pîroz kir
