LI KOBANÊ JI BO KOMKIRINA ALÎKARIYAN JI KOÇBERAN RE KON HAT VEGIRTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Firatê jî ji bo komkirina alikariyan ji korberan re, konek li Qada Şehîd Egîd veda
kampaniya komkirina alîkariyan li ser banga rêveberiya xweser hate destpêkirin û ji doh ve alîkarî ji koçberên ku bi darê zorê hatine koçberkirin re tên komkirin.
xelkê bajarê Kobanê bi awayekî girsayî berê xwe didin bi kon kon û alîkariyê didin koçberan.
li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê tevahî sazî ji bo piştgiriya koçberên ji Efrîn, Şehba û Helebê seferber bûne û li kantonên Firat û Cizîrê konên komkirina alîkariyan hatine vedan.

Share This Article