Desteya Jin a Kantona Firatê şahiyeke derçûnê ji bo 135 zarokên baxçeyan li dar xist.
Bi dehan endamên sazî û desteyên Rêveberiya Xweser û malbatên zarokan tevlî şahiyê bûn.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin û derçûna zarokan hate pîrozkirin.
Piştre zarokan dîlanên xwe pêşkêş kirin û bawernameyên xwe jî wergirtin.
