Rêveberiya sotemeniyê ya Reqayê ji duh ve dest bi kontrolkirina kartên sotemeniyê yên xelkên nava bajêr kiriye û mazota zivistanê li wan belav dike.
Piştî kontrolkirina kartên sotemeniyê, rêveberiyê dest bi belavkirina mazota zivistanê li nava kolanên kantona Reqayê kiriye.
Belavkirina mazota zivistanê ji taxên girêdayî Meclîsa Şehîd Ehmed El- canim ve dest pê kir û dê piştre li taxên din ên bajêr were belavkirin.
Beriya niha jî rêveberiya sotemeniyê ya kantona Reqayê, mazot li bajarok û gundên girêdayî bajêr belav kir.
Li gorî rêveberiya sotemeniyê heya niha wan 19 milyon û 5 hezar lître mazota zivistanê belav kiriye.
