Li kantona Reqayê ezmûnên xwendekarên qonaxa navîn yên ku mînhaca rejîma berê dixwînin, dest pê kirin.
Di çarçoveya pêkanîna xalên li hevkirinê yên di navbera Rêveberiya Xweser ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û desthilata Şamê de, îro li 27 navendên kantona Reqayê ezmûnên xwendekarên navîn yên ku mînhaca rejîma berê dixwînin, dest pê kirin.
Şaneya kar ya ku ji aliyê rêveberiya xweser ve hatibû destnîşan kirin, pêdiviyên xwendekaran yên weke kehrebeyê û xizmetiyên havînî dabîn kirin.
Pêşkêşkirina ezmûnan li gorî proseya ku hatiye destnîşankirin, bi rê ve diçe.
