LI HESEKÊ YEKEMÎN KONFERANSA YEKÎTIYA COTKAR Û AJALVANAN HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Di bin dirûşmeya “Bi rêxistinkirina cotkar û ajalvanan, em ê bi hev re aboriyek civakî ava bikin” de, Yekîtiya Cotkar û Ajalvanan a Hesekê, yekemîn konferansa xwe li dar xist.

Konferans bi beşdariya endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser, Yekîtiya Cotkaran, Desteya Çandinî û Ajalan û hejmarek cotkar, li hola xwaringeha Mişwar li dar ket.

Konferans bi deqeyek bêdeng ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştî wê, axaftinek ji aliyê hevserokatiya Yekîtiya Cotkar û Ajalvanan ve hate kirin,

Di çarçoveya xebatên konferansê de, rapora rêxistinî û darayî ya Yekîtiya Cotkar û Ajalvanan a bajarê Hesekê hate xwendin, piştre nîqaşek vekirî ji bo beşdaran hate kirin da ku nêrînên xwe diyar bikin.

Beşdaran nîqaşên xwe li ser mekanîzmayên xebatê yên cotkaran û komîteyên girêdayî Yekîtiya Cotkar û Ajalvanan danîn.

Konferans bi hilbijartina “Şukriye Murad û Hebîb Omerî” wekî hevserok û hilbijartina 18 endamên ji bo desteya rêveberiya yekîtiyê; bi dawî bû.

Share This Article