li ser asta bakur û rojhilatê sûriyê duh li hesekê şêwira jinan bi durişma Bi hevgirtina Jinan Sûriyeke Demokratîk ava bikin, hat li darxistin.
jinên ku beşdarî şêwirê bûn ji Rojava Tv re axivîn û tekezî li ser rola jinê di sûriya nû de kirin.Şêwra jinan duh di bin dirûşmeya “Bi hevgirtina Jinan Sûriyeke Demokratîk ava bikin, bi tevlîbûna 500 jinan li hesekê hate lidarxistin.
Şêwir bi daxuyaniyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser parastina rola jinan ya di nava Sûriya nû de hate kirin.
Têkildarî mijarê beşdaran tekez kirin ku ku ew ê bi hemû hêza xwe ji bo avakirina welatekî demokrat têbikoşin.Her wiha di şêwira de jinên bakur û rojhilatê sûriyê piştrast kirin ku jin wê di sûriya nû de rista bingehîn bilîze.
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin pêşengiyê ji hemû qadan re dikin û bi rêya komxebat û civatên xwe yên berfireh mohra xwe li xêzkirina Sûriya nû jî dixin.
