Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê û nexweşxaneya gel ya bajarê Hesekê, ji bo pêşxistina qada tenduristiyê neştergeriya guhertina movikan pêk anî.
Neştergeriya guhertina movikan yek ji wan cureyên nexweşiyan yên zehmet e ku pêwîstiya bi alavên tenduristiyê yên mezin û lêçûneke zêde heye.
Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê û nexweşxaneya gel ya bajarê Hesekê duh, ji bo cara duyemîn ev cureyê neştergeriyê ji bo nexweşekî pêk anîn.
Pisporê neştergeriya hestiyan Dr. Raşid Faris ji Rojava TV re ragihand ku, neştergerî bi awayekî serkeftî derbas bûye.
