LI HESEKÊ CIVÎNEK JI BO MALBATÊN ŞERVANAN HATE LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Malbatên Şehîdan û fermandariya giştî ya Hêzên Xweparastinê civînek ji malbatên şervanan re li bajarê Hesekê li dar xistin.
Beriya civîn were lidarxistin, ji bo bîranîna şehîd Çekdar Artêş ku li Bnedava Tişrînê şehîd bibû, toraneke leşkerî hate lidarxistin û nasnameya şehîd radestî malbatê hate kirin.
Piştre civînek ji malbatên şervanan re hate lidarxistin.
Fermandarê giştî yê hêzên erka xweparastinê Nûrî Mehmûd û şêwirmendê Qebîleya El- Cibûr Ekrem Mehşûş civîn bi rê ve birin.
Di civînê de geşedanên dawiyê hatin nîqaşkirin û beşdaran tekezî li ser parastina destkeftiyên herêmê kirin.

Share This Article