Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê, ji bo gerîlayê HPG’ê şehîd Şervan Şoreş, ku di 11’ê Tebaxa 2020’an de li herêma Zapê şehîd bibû, merasîmeke xiyabî li dar xist.
Merasîm li Qada Şehîdan a li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûd, bi beşdariya bi sedan niştecihên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, her wiha nûnerên sazî û meclisa sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, pêk hat.
Merasîm bi deqeyek bêdengiyê dest pê kir, piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, axaftin hatin kirin.
Axêveran bal kişandin ser fedekariya şehîdan û rola wan di parastina gel û axa wan de.
Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê ya Ş. Şervan Şoreş hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Merasîm bi xwastina sersaxiyê ji malbata şehîd re bi dawî bû.
