LI HELEBÊ JI BO BERXWEDANA LI TIŞRÎNÊ KILÎPEK NÛ TÊ AMADEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Çand û Hûner a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi armanca piştgiriya berxwedana li Bendava Tişrînê kilîpekê amade dike.

Kilîp bi navê ” Em Bernadin Dîlanê” nêzî heyvek û nîve tê amadekirin.

Koma Stêrkên Efrînê ya Guvendê, Koma Agirî ya Stranan beşdarî kilîpê bûne, her wiha kilîp bi derhêneriya Hunermend Cengîn Ebdo tê amadekirin.

Di Kilîpê de behsa berxwedana gel û şervanan a li Bendava Tişrînê, şehîdên Ragihandina azad û Bavê Teyar tê kirin.

Share This Article